Li ser navê Serokê Cemxaneyê ku di erdhejê de mir konbajar hate avakirin 2023-02-13 00:41:51   SEMSÛR - Li Semsûrê li ser navê Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal ê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da konbajar hate avakirin.   Li Semsûra ku hewl tê dayîn birînên erdhejê bên pêçandin, hêj jî mirov di bin kavilan de ne û welatiyên ji erdhejê xelas bûn li kolanan cihekî ku lê bimînin digerin. Ji bo pêdiviyên welatiyan bên pêşwazîkirin partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û odeyên pîşeyî di nav hewldanan de ne. Li ser navê Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê  Zulfîkar Yilmaz konbajar hate avakirin. Konbajara li Yenîmahalleyê ji aliyê elewiyan û dilxwazan ve hate avakirin, mexdûrên erdhejê bi cih dibin.   LI HER KONÎ DU MALBAT HATIN BICIHKIRIN   Rêveberê komeleyê Alî Sagtûr da zanîn ku alîkariyên tên konbajar tên belavkirin û her wiha di rojê de 3 danên xwarinê tên dayîn. Sagtûr, diyar kir ku nexweşxaneya sahra jî avakirine û anî ziman ku mexdûrên erdhejê li vir di kontrola tenduristiyê re tên derbaskirin.   Sagtûr, bi lêv kir ku li her konî du malbat hatine bicihkirin û ev agahî parvekirin: “Niha di vê qadê de 12 konên me hene. Di 5 konên me de depoyên erzakê, qadên tenduristiyê hene. Li qada em lê ne wekî din kon tune ne.”   PÊDIVÎ BI MALZEMEYÊN PAQIJIYÊ HENE   Sagtûr, ê pêdiviyên li bajêr rêz kirin ev tişt gotin: “Tişta ku herî zêde pêdiviya gel pê heye kon in lê mixabin kon kêm in. Divê alîkarî bên zêdekirin. Ji bo pêşî li şewbên pêşerojê bên girtin pêdivî bi malzemeyên paqijiyê û dermanan heye. Dîsa ji ber liv ir şebekeyên avê naxebitin pêdivî bi ava paqij û tuwaletên mobîl heye. Heke ev neyên pêşwazîkirin em ê di rojên pêş de zehmetiyan bikişînin.”   DI ALIKARIYA DEWLETÊ DE CIHEKARÎ   Sagtûr, anî ziman ku ji ber alîkariya ku dewlet dişîne bi zehmet digihe destê wan hewl didin bi derfetên xwe birînên xwe bipêçin û wiha got: “Dewlet alîkariyên ku tên nade me. Tenê alîkariyên ku karsazên xêrxwaz digihin destê me. Derdorên me yên nas dişînin.”   ‘ME KESÊN HERÎ NÊZÎ XWE WINDA KIRIN’   Saîmet Etme ku yek ji malbatên li konbajar cih bûye ye wiha axivî: “Roja ku erdhej çêbû mala me xera bû. Li vir kon ava bûn. Em jî div an konan de bi cih bûn. Em perîşan in, alîkariyê dixwazin. Divê gel xwedî li me derkeve. Em bi zarokên xwe re li vir dimînin. Em bê mal in. Em nizanin ku em ê biçin ku. Divê her kes li me xwedî derkeve. Bila me wisa nehêlin. 100 xizmên me yên nêz mirin. Me kesên herî nêz winda kirin.”   MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin