7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin 2023-02-13 20:49:28   HATAY - 7 girtî bi hinceta ku serî rakirina ji Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê, sewqî girtîgehine din hatin kirin. Hat ragihandin ku di dema sewqkirinê de îşkence li girtiyan hatiye kirin.    7 girtiyên ku navên wan nehat hînkirin, bi hinceta ku serî rakirina li wan hatiye xistin û sewqî girtîgehine din hatine kirin. Hat diyarkirin ku 3 girtiyên sewqî Girtîgeha Tokatê hatine kirin, ji ber îşkenceyê ser çavê wan reş û mor bûye.    'EM Ê WAN BERDIN'   Her wiha hat hînkirin ku tîmeke girêdayî Wezareta Dadê li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê hevdîtin bi girtiyan re kiriye û ji girtiyan re gotiye "Ji ber ku we serî ranekiriye û zirar nedaye kesî em ê we di nava hefteyekê an jî 10 rojan de berdin."