Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin 2023-02-13 20:40:31   AMED - Li nêzî Xaçerêya Pira Seyrantepeyê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, Apartmana Altinkayayê ya 9 qatî bi hinceta dibe ku hilweşe hat valakirin.    Li Amedê ku di erdhejên Mereşê de 7 avahiyên wê hilweşiyabûn, li nêzî Xaçerêya Pira Seyrantepeyê ya navçeya Yenîşehîrê Apartmana Altinkayayê ya 9 qatî bi hinceta dibe ku hilweşe hat valakirin.    Derdora avahiyê bi şerîda ewlehiyê hat girtin û bi anonsan şêniyên avahiyê û yên derdorê hatin hişyarkirin. Avahiyên li kêleka Apartmana Altinkayayê jî hatin valakirin. Her wiha navenda danûstendinê ya 50 metre dûrî apartmanê jî ji bo ewlehiyê hat valakirin.    Ji ber ku apartman li kêleka rêya Amed-Rihayê ye, rê li ber çûnûhatinê hat girtin.