Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine 2023-02-13 20:34:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê, rapora ewil a tespîtkirina xesarê weşand. Li gor raporê 33 hezar û 143 avahî pirxesar dîtine û divê 153 hezar û 506 daîreyên van avahiyan demildest bên xerakirin.    Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê, piştî erdhejên li Mereşê çêbûn, li 13 bajaran dest bi tespîtkirina avahiyên xesardîtî kiribû.    Wezaretê rapora ewil a tespîtkirina xesarê belav kir. Li gor raporê ku li Mereş, Hatay, Edene, Semsûr, Amed, Meletî, Xarpêt, Dîlok, Kayserî, Kilîs, Nîgde, Osmaniye û Rihayê xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xesardîtî hatiye kirin, 33 hezar û 143 avahî pirxesar dîtine û divê 153 hezar û 506 daîreyên van avahiyan demildest bên xerakirin.