Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin 2023-02-13 19:59:01   ŞIRNEX - Li Şirnexê cenazeyê 7 kesên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.    Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê di 6’ê sibatê de bi pileyên 7.6 û 7.7 du erdhej çêbûn. Di erdhejê de ku bandor li 10 bajarên kiribû, heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û her diçe ev hejmar zêde dibe. Kesên ku li bajarên erdhêjê jiyana xwe ji dest dane cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve teslîm tên girtin.    Di erdheja Dîlokê de dayik Hediye Tûrgût û keçên wê Reyyan û Azîme Tûrgût di bin kavilên avahiyê de mabûn û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê dayik û her du keçên wê li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê li cem hev hatin definkirin.    Li navçeya Antakyayê ya Hatayê jî welatiyên bi navê Kadir Deger û hevjîna wî di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan jî ji aliyê malbata wan ve hatin wergirtin û li Goristana Asrî ya girêdayi navçeya Cizîrê hat definkirin.    Li Mereşê jî cenazeyê ciwanên bi navê Suleyman Atiz û Selîm Tanrikûlû ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin definkirin.