Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin 2023-02-13 19:26:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hatayê mutehitê Apartmana Kule ya di erdhejê de hilweşiya Omer Cîhan, li otela ku weke mexdûrê erdhejê lê dima hate binçavkirin.   Mutehitê Apartmana Kule ya di erdhejên li Mereşê çêbûn de hilweşiya Omer Cîhan, li oteleke navçeya Manavgat a Antalyayê ku weke mexdûrê erdhejê lê dima hate binçavkirin. Cîhan ê li Fermandariya Cendermeyan a Navendî ya Manavgatê kirariyên wî temam bûn piştî kontrola tenduristiyê û şopa tiliyan sewqî edliyeyê hate kirin.