Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn 2023-02-13 17:06:08   MELETÎ - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, li Meletiyê ji bo mexdûrên erdhejê kona piştevaniyê danî.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Meletiyê ji bo mexdûrên erdhejê kona piştevaniyê danî. Endamên meclisa ciwanan diyar kirin ku li Meletiyê roja ewil av tune bûye û tu alîkarî nehatiye kirin û wiha bang kirin: "Em di roja ewil de çûn ser kavilekê. Heya tîm hatin çi ji dest me hat me kir. Avahî pir xirab bûne û em ji her kesî alîakriyê dixwazin. Em tevî hemû hevalên xwe hatin vir û çi ji destê me hat me kir. Me ji bo gelê Meletiyê kon xwestin. Li vir gelek kes li derve dimînin. Kesên ku wesayîtên wan hene, di wesayîtan de dimînin. Ev herêm bêxzwedî ma. Dewlet xwedî li kesî derneketiye. Lewma em li benda seferberiya gelê xwe ne. Li vir çi ji destê me bê em ê bikin."