Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin 2023-02-13 16:20:33   HATAY - Xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ku blokek wê hilweşiyaye, bi darê zorê tên xebitandin. Ji bo Bloka B'yê rapora "mirov dikarin lê bimînin" hatiye çêkirin.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 8'an de didomin. Li bajêr ku bi sedan avahî lê hilweşiyane, Bloka A'yê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê jî hilweşiya û Bloka B'yê jî xesarek mezin dît. Kedkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê, li Bloka B'yê ya xesardîtî bi zorê tên xebitandin.    'EM NAXWAZIN BIMIRIN'   Kedkarên tenduristiyê têkildarî mijarê li ser hesabên xwe yên medyaya sanal daxuyanî dan. Kedkaran diyar kir ku bi darê zorê li Bloka B'yê ya pir xesar dîtiye tên xebitandin. Tenduristkaran diyar kir ku hevpîşeyên wan ên nobedar di bin kavilên Bloka A'yê de mane û jiyana xwe ji dest dane û gotin ku ew dixwazin xizmetê bikin, lê ji ber ku bloka lê dixebitin xesar dîtiye naxwazin bixebitin. Tenduristkaran di daxuyaniya xwe de got: "Bloka B'yê xesar dîtiye, lê lîsteya hemşîreyan hat xwestin. Gotin, kesên birîndarên wan û zarokên wan ên di bin 10 salan de hene ne tê de, dê her kes bixebite. Lê em naxwazin heman tişt bê serê me û bimirin."