9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir 2023-02-13 15:44:28   SEMSÛR - Li Semsûrê Gozde Tûrhan ku 9 xizmên wê di bin kavilan de man û piştî 7 rojan cenazeyên wan radestî wê hatin kirin, diyar kir ku çendî deng dihatin jî 2 rojan kesî mudaxile nekiriye û got: "Me bi mirinê re rû bi rû hiştin."    Li Semsûrê hê jî cenaze ji bin kavilên avahiya li Taxa Sumerparkê hilweşiya tên derxistin. Tê gotin ku gelek kes di bin kavilên vê avahiyê de mane û heya niha zêdetirî 40 cenaze ji bin hatine derxistin. Nehat hînkirin ku bê çend kes di bin kavilên avahiyê de mane, lê 9 xizmên Gozde Tûrhanê di bin kavilên avahiyê de jiyana xwe ji dest dane. Tûrhanê ku herî dawî cenazeyê birayê wê ji bin kavilan hatiye derxistin, tiştên hatine serê wan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin.    ‘DENG DIHATIN, EM 2 ROJAN LI BENDA ALÎKARIYÊ MAN'   Tûrhanê diyar kir ku roja erdhejê saet di 04.17'an de bi hejandineke mezin re şiyar bûne û derketine derve û got: "Gava em derketin derve, qiyamet bû. Her der hilwqeşiyabû. Mahşer bû. Di cî de min berê xwe da mala birayê xwe. Gava ez çûm, min dît avahî hilweşiyaye. Birayê min û zarokên xwe di bin avahiyê de bûn. Em du rojan li benda hatina tîmeke rizgarkirinê man. Lê tu kes nehat. Du rojan deng ji avahiyê dihat."    'BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HIŞTIN'   Tûrhanê bilêv kir ku cenazeyê xwarzîka wê ji bin kavilan hatiye derxistin û got: "Li Kastamonûyê mamsoteyê wêneyan bû. Berfîn un. Dengê wê ji vir dihat. Mudaxile nekirin. Gava cenazeyê wê hat derxistin, tu tişt bi cenazeyê wê nebûbû. Bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Nîviyê van mirovan li vir bi mirinê re rû bi rû hiştin. 9 canê min mirin. Birayê min mamoste bû. Jinbira min hemşîre bû, tevî cêwiyên xwe û pitika xwe ya 3 mehî jiyana xwe ji dest dan. Xwişka min, zavayê me û 2 zarokên wan jî vir jiyana xwe ji dest dan. Bi tu awayî alîkarî nekirin. Mala me xera kirin."    BERTEK NÎŞANÎ WALÎ DA   Tûrhanê bertek nîşanî WaliyÊ Semsûrê Mahmût Çûhadar da ku bi keng bersiva bangawaziyên alîakriyê yên gel dabû û got: "Walî hat keniya. Got 10-20 avahî hilweşiyane. Ma qey tu korî? Tu derê. Qey badilhewa tu li ser wê qoltixê rûniştiyî. Peywira te, tu alîakriya miovan bikî. Ger tu îro alîakriya min nekî, bicehime. Tu jî têkev bin erdê, heman êşê tu jî bikişîne. Bila hêla te ya çepê jî biêşe. Te malbata min perîşan kir, tu jî perîşan bibe. Kezeba me şewitî. Û niha em bê war in. Bila can neçûna, lê mal biçûna. Em neketine etra mal. Kezeba me şewitî. Bi tu awayî alîakrî nekirin."    Tûrhanê da zanîn ku 7 roj şûn de cenazeyên wan ji bin akvilan hatine derxistin û got: "Em bi şev saet di 10-11'an de çûn goristanê û me cenaze defin kirin. Kezeba me şewitî, bila ya kesî neşewite."    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin