Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin 2023-02-13 14:38:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Jineke ku serpêhatiyên xwe ji şandeya HDP’ê ku serdana mexdûrên erdhejê yên Hatayê kirin re vegotin, diyar kir ku keça wê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye, destê hevjînê wê hatiye birîn û bi gotinên “Wêneyê bêşermiyê rûyê van e. Hêj jî bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin” betek nîşanî desthilata AKP’ê da.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Sarisaç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Sezaî Temellî, li navçeya Defne ya Hatayê ku ji erdhejê bandor bû, serdana mexdûrên erdhejê kir. Jineke ku di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye û destê hevjînê wê hatiye birîn, serpêhatiyên xwe ji şandeya HDP’ê re wiha vegotin: “Di bin kavilan de cenaze hene. Hêj kes nehatiye. Hevjînê min û keça min di bin kavilan de man. Me nekarî keça min xelas bikin. Ji bo xelaskirina hevjînê min me ji karkerên înşaetê alîkarî xwest. Me karî piştî 13 saetan hevjînê min derxînin. Pişt re me got em rakin nexweşxaneyê lê nexweşxane nîne. Me bir Nexweşxaneya Samandagê. Li wir piştî destê hevjînê min pêçan û derzî danîn gotin ‘herin’. Min got ‘destê wî şîn bûye’. Gotin ‘em nikarin tiştekî bikin.’   BÊYÎ KU ŞERM BIKIN SIYASETÊ DIKIN   Em çûn malê min jî hevjînê xwe re got ‘hinek sebir bike ez ê sibê te bibim nexweşxaneyê’. Ji bo dermankirinên konek hebû em çûn wê derê. Tam kaosek hebû û weke cehnemê bû… Me got ‘em çi bikin?’ Gotin rontgen bikişînin û pişt re herin cem bijîşk’. Em çûn lê bijîşk nebû. Tam em da derkevin me bijîşkekî ku mudaxileyî kesekî din dikir dît. Me jê pirsî ku em çi bikin. Çawa lê nêrî rast e rast em wergirtin hundir. Bi emeliyata seyar destê wî birî. Ne bêje masûlke mirîne. Di wê kêliyê herkes li erdê li benda alîkariyê bû. 24 saetan ji bo sewqî cihekî din bibin em sekinîn. Madem dewlet tune ye qet nebe bila derman bikin. Hema ji te re dibêjin ‘bimire’, tu nemirî? Dibêjin ‘Seqet bimîne’. Wêneyê bêşermiyê rûyê van e. Rûyekî din nîne. Divê li hemû muzeyan bêşermiya van were pêşkeşkirin. Hêj jî bêyî ku şerm bikin, siyasetê dikin. Ev komkujiyeke.”