Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe 2023-02-13 11:45:50 ÎZMÎR - Xebatkarên dilxwaz ên ji bo mexdûrên erdhejê li Îzmîrê dixebitin, diyar kirin ku gel bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digire û wiha gotin: “Li pêşiya me hêjta pêvajoyeke dirêj heye. Divê em ji bo jinûveavakirinê piştevaniyê mezintir bikin.”     Erdheja Mereşê li zêdetirî 10 bajaran rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Birînên erdhejê bi rêya piştevaniyê tên dermankirin. Partiyên siyasî, rêxistina civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, ked û mafan ji saetên destpêkê yên erdhejê ve ketin nava liv û tevgerê û ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn. Gel jî bi ruhê seferberiyê tev li bizavên piştevaniyê bûn.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê û rêxistinên civaka sivîl li Îzmîrê kampanya dan destpêkirin û ev kampanya hêj didomin. Kesên dilxwaz ên di nava kampanyayê de cih diririn, gotin ku ji bo dermankirina birînên gel, banga mezinkirina piştevaniyê kirin.    DEWLETÊ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH NE ANÎ   Ji dilxwazan Rozana Urkun (25) diyar kir ku saet û rojên destpêkê yên erdhejê pir girîng in û wiha got: “Lê mixabin dewletê di van saet û rojan de berpirsyariya xwe bi cih neanî. Bi saya koordînasyona gel xebat hatin meşandin. Gel, bi saya piştevaniyê hewl dide birînên xwe derman bike. Em jî li vir alîkariyan kom dikin û dişînin. Tevî dîmenên tundî û îşkenceyê yên li herêmên erdhejê jî gel bi azweriyeke pir mezin piştevaniya xwe didomîne. Bandoreke mezin a erdhejê li ser penaber, LGBTÎ+, jin û zarokan çêbû. Divê pêdiviyên wan tavilê bên pêşwazîkirin. Divê ev alîkarî di rojên pêş de di carekî de qut nebin. Li pêşiya me pêvajoyeke dirêj heye û divê her kes tev li vê tora piştevaniyê bibe. Ji ber ku rayedar tune ne. Divê em birînên xwe bi xwe derman bikin.”    Xwendekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Egeyê yardan Çaglar (20) ku ji roja destpêkê ve di nava koordînasyonê de cih digire jî wiha got: “Me ji gel û esnafan alîkarî berhev kir û şand. Eleqeyeke mezin a gel heye. Gel, her tiştên di destê xwe de dişîne. Avakirina herêmê dê demekî dirêj bigire. Lewma divê em piştevaniya xwe bidomînin.”    BI SAYA PIŞTEVANIYÊ XWE LI SER PÊYAN DIGIRIN   Xwendekara zanîngehê Sedanûr Parmaksiz (20) jî got ku hewl didin pêdiviyên lezgîn peyda bikin û bişînin. Parmaksiz, got ku ew tevek bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digirin û banga tevlibûna xebatên piştevaniyê li her kesî kir.    Dayika Aştiyê Behiye Yalçin (65) jî tevî temenê xwe yê mezin jî bi şev û roj dixebite. Yalçin, banga hevgirtinê kir û ev tişt anî ziman: “Ji destê kê çi were bila di vê pêvajoyê de bike. Gelê me hêjayî her tiştî ye. Bêyî ku bibêjin kêm an jî zêde ye,  divê her kes di nava piştevaniyê ye. Pêdivî bi kesên dilxwaz heye. Divê herkes di vê mijarê de hestiyar be û guh bidin daxwazên alîkariyê.”    Dilxwaza bi navê Zozan Emel (38) jî ji roja destpêkê ya erdhejê ve deriyê dikana xwe girt û berê xwe da qadên komkirina alîkariyan. Emel, wiha dibêje: “Em heta nîva şevê dixebitin. Divê ji destê kê çi were bike. Ji her deverê alîkarî tên, piştevaniyeke mezin heye. Ev piştevanî mirûzê me jî xweş dike.” Ji dilxwazan Leyla Baysal (45) jî bang li her kesî kir ku tev li xebatên piştevaniyê bibin.    MA / Delal Akyuz