Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin 2023-02-13 11:22:29   HATAY - Parêzerên endamên OHD’ê û ÇHD’ê diyar kirin ku dema der barê Ahmet Gureşçiyê bi sûcdariya “talankirinê” hate binçavkirin û bi işkenceyê hate qetilkirin de hevdîtin dikirin gef li wan hate xwarin û anîn ziman ku tevî Gureşçî 4 kesên din jî îşkence dîtiye.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî qetilkirina bi îşkenceyê ya di bin çavan de ya Ahmet Gureşçî agahî parve kirin. Di agahdarkirinê de hate diyarkirin ku Gureşçî mexdûrekî erdhejê ye û di 11’ê sibatê de ji ber sûcê “talankirinê” bi Sabrî Gureşçî re li gundê Buyukbûrc ê navçeya Altinozu ya Hatayê ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin. Di agahdarkirinê de hate parvekirin ku dema Gureşçî hate binçavkirin tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bûn û dan zanîn ku yek ji kesên ku birine qereqolê Ahmet Gureşçî li dora saet 19.30’an de ji qereqolê bilezgînî birine nexweşxaneyê. Di agahdarkirinê de hate gotin ku malbata Gureşçî li pey wî çûye û hîn bûye ku Gureşçî jiyana xwe ji dest daye û hate bilêvkirin ku li ser serlêdana malbatê di 12’ê sibatê saet 20.00’an de li Hatayê parêzerên OHD’ê û ÇHD’ê Erdogan Akdogdû û Umît Buyukdag û parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum derbasî navçeya Altinozu bûne û bi dozger û leşkeran re hevdîtin kirine.    GEF LI PARÊZERAN HATE XWARIN    Di agahdarkirinê de hate diyarkirin ku Sabrî Gureşçî û ji heman gundî 4 kesên din di bin çavan de ne û bi van re hevdîtin hatiye kirin û wiha hate gotin: “Hate ragihandin ku Ahmet Gureşçî di bin çavan de bi lêdanê hatiye kuştin, rewşa kesê pê re hevdîtin hatiye kirin nebaş e, hatiye tespîtkirin ku parsûyên wî şikestî ne, di dest, ling û rûyê wî de birîn hene, li nav lingê wî xistine, şilkirine lê xistine û gefa destavêtinê li wan hatiye xwarin. Di heman demê de parêzerên ku bi kesên di bin çavan de re hevdîtin kiriye ji aliyê cendermeyan ve bi gotina ‘dê bi serê we jî were’ gef lê hate xwarin. Derbarê parêzer Erdogan Akdogdû de ji ber tespîta delîlan kiriye girtek hatine girtin. Sabrî Gureşçî û 4 kesên din ên hêj ji aliyê me ve nehatine tespîtkirin ji aliyê cendermeyan ve rastî îşkenceyê hatine. Pêvajoya hiqûqî ya Ahmet Gureşçî yê di bin çavan de bi îşkenceyeke giran hate kuştin didome.”   Hate hînbûn ku cenazeyê Gureşçî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Altinozuyê tê ragirtin.