Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn 2023-02-13 10:24:19 SEMSÛR - Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Çêlikan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi sewalên xwe re dijî.   Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix  û Elbistan ên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn. Ev her du erdhej bandora xwe li tevahiya bakur û rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin û bi hezaran avahî li gund,  navçe û bajaran hilweşiyan. Yek ji bajarên ku erdhejan bandora xwe lê kir bajarê Semsûrê yê bakurê Kurdistanê ye. Li gund, navçe û navenda bajar bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan.   Li bajaroka Bûlam a navçeya Çêlikan û gundawarên wê bi dehan avahî hilweşiyane û 30 kes di bin kavilên van avahiyan de jiyana xwe ji dest dane. Lê tevî vê rewşa xeter jî bi rojan dewlet bi hewara gundiyan ve neçûye û gundiyan bi derfetên xwe cenaze ji bin kavilan derxistine û veşartine. Hê jî dewletê xizmeteke têrkirî neaniye gund û li gorî pêwistiyan konan li gundiyan belav nekiriye. Ji ber vê sedemê gelek gundî di wesayîtên xwe û li mala şînê ya gund de dimînin.   REWŞ BEROVAJÎ DAXUYANIYÊN ERDOGAN E    Li gorî nûçeya nûçegihanê rojnameya Xwebûnê û kameraman Bîlal Gezer; berovajiyê daxuyaniyên Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ku dibêje wê ji ber erdhejê kes mexdûr nebe, lê malbata Şenses a li bajaroka Bulamê ku xesar gihîştiye mala wan bi mexdûriyeteke mezin re rûbirû maye. Ji ber ku dewletê kon nedaye wan malbata Şenses jî koza berxikan a di goma miyên xwe de ji xwe re kiriye mal û di nav sewalan de dijî. Me vê rewşa malbata Şenses di cih de şopand û li goma ku lê dijîn bi Elîf û Abûzer Şenses ên hevjînên hev re axivîn.    Malbatê li koza berxikan sobe daniye û li ser vê sobayê xwarina xwe çêdike. Her wiha li ber sobayê nivînên xwe jî daniye û ji neçarî bi miyên xwe re dijî. Di koza ku ji xwe re kirine cihê mayînê Elîf û Abûzer Şenses û zarokên xwe Şukru û Bariş û dergistiya kurê wan Ceren Gunay dijîn. (Cerenê dergistiya Bariş e.)   ‘7 ROJ IN EM VÊ REZÎLIYÊ DIKIŞÎNIN'    Elîf Şenses li ser pirsên me yên derbarê jiyana wan de wiha got: “Tu halê me dibînî, em hişk bûne. Mala me xesar dîtiye em newirên biçin mala xwe. Tu alîkarî bi me re nakin. Em dixwazin jî nadin me.  Ji ber vê yekê em jî li vir dijîn û 7 roj in em vê rezîliyê dikişînin. Mirin e, em ditirsin. Em ji mirinê ditirsin. Serma pir heye, em ê bişewitin. Êzing û komir tune ne. Ji ber ku em newirên biçin mala xwe em bi şev û roj li vir radikevin.”   ‘DEWLETÊ TIŞTEK JI BO ME NEKIRIYE'    Abûzer Şenşes jî ji bo rewşa malbata xwe destnîşan kir ku heke bi deverekê ve biçûna wê pezê wan bêxwedî bimaba û ji ber ku kon nedane wan ji neçarî di nav sewalên xwe de dijîn. Şenses wiha axivî: “Kon tuneye ku em bikevinê. Cihê saxlem goma me ye. Dewlet konan nayne. Ên ku tên jî nagihîjin me. Xwedê ji miletê razîbe tiştên xwarinê ji me re şandine. Dewletê heta niha ji malbata min re tiştek nekiriye û konek jî nedaye me. Dewlet tiştek nade kesî em neçar in ku di vir de bijîn.”   Abûzer Şenses diyar kir ku heke dewletê li bajaroka wan tiştek ava kiribûna wê biçûna lê bimana lê ji ber ku tiştek wiha tuneye neçarî goma sewalên xwe bûne û wiha got: “Dewlet tiştek naşîne tiştên ku tên jî milet û xwarxwaz dişîne. Di nav vê rêxê de jiyan gelek zehmet e. Heke kon bidana me, me yê li rex goma xwe vedana û em ê ji xwe re biketinayê. Em ji neçarî li vir. Heke kon ji me re bê em ê ji vir derkevin.”