Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin 2023-02-13 09:56:42   DÎLOK - Li navçeya Islehiyeyê baweriya tu kesî êdî bi sozên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan nayê. Mexdûrên erhejê yên ku kariyan alavên xwe ji malên xwe derxînin, êdî terka navçeyê dikin.    Di 6’ê sibatê de li Bazarcix a Mereşê erdhejeke mezin çêbû. Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Dîlok bû. Navçeyên wê Islehiye, di erdhejê wêran bû. Hejmara kesên li navçeyê jiyanê xwe ji dest dayîn hezar kes derbas kiriye û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatine sekinandin. Li hêlekê xerabeyên avahiyan tên rakirin û li hêla din jî avahiyên xesar gihiştiyê tên rûxandin. Hinek welatî di nava kavilên malên xwe de li alav û amûrên xwe digerin û hinek jî hewl didin ji malên xwe yên nivîsa “Dê were hilweşandin” lê hatiye daliqandin alavên xwe derxînin û koç bikin.    Apartmana Tekîn a ji 2 blokan pêk tê û 40 daîre tê de bûn ku li Kolana Barazî ya Taxa Ataturkê ye û di sala 2008’an de hatibû çêkirin, hilweşiya. Welatiyê bi navê Îbrahîm Hakan Durmuş ku di dema erdhejê de di daîreyeke wê apartmanê de dijiya, halê hilweşiyayî yê avahî nîşan dide û wiha dibêje: “Avahiyekî gelek kevin nîne. Lê hûn bi xwe rewşa wê ya dawî dibînin.”    'BILA AVAHÎ BÊN KONTROLKIRIN’    Durmuş, diyar kir ku ji bo êşên bi heman rengî neyên jiyîn divê hemû kesên avahî çêkirîn û hemû berpirsyarên destûr dane bên cezakirin û wiha got: “Mirov ji bo ku bibin xwedî xaniyek, ji pariyê nanê xwe kêm kirin û bi salan xebitîn. Avahiyên ku bi bihayê 1,5-2 milyon TL’yan kirîn, di nava pênc deqeyan de bi serê wan de rûxiyan. Ji bo ku êdî bi serê kesekî de ne hilweşin, divê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê kesên ne li gorî rêziknameyê tevdigerin kontol bike û avahiyên ne li gorî rêziknameyê hatine çêkirin hilweşîne.”    ‘ÊDÎ JI MHP’Ê RE DENG TUNE YE’    Mexdûreke din ê erdhejê ku birazî û neviyê xwe winda kiriye jî wiha dibêje: “Bi salan min dengê xwe dida ‘kûçikeke gur.’ Lê êdî dengê xwe nadim MHP’ê. Ev kes ketine derdê hilbijartinê. Lê gel di derdê debarê de ye. Gel niha perîşan bûye û zivistaneke zehmet li pêşiya me ye. Em ê hîn bêhtir perîşan bibin.”   Mexdûrê erdhejê soza Erdogan ku digot ‘em ê 10 hezar TL’an bidin mexdûrên erdhejê’ bi bîr xist û bi van gotinan bertek nîşan da: “Bi wan 10 hezar TL’an ez nikarim tesîsata av û ceyranê jî bikişînim xanî.”    MA / Mujdat Can-Îbrahîm Irmak