ÇHD: Gureşçî, di encama îşkenceya polîsan de jiyana xwe ji dest da 2023-02-13 01:06:02   NAVENDA NÛÇEYAN - ÇHD’ê da zanîn ku Ahmet Gureşçî yê ku li Hatayê di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hatibû, jiyana xwe ji dest da. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî binçavkirin û îşkenceyên li herêma erdhejê daxuyanî da. Daxuyanî li ser hesabên medyaya civakî ya komeleyê hate parvekirin û wiha hat gotin: “Kesên bi navên Ahmet Gureşçî û Sabrî Gureşçî, li Taxa Buyukburç a Hatayê ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Ahmet Gureşçî ku di bin çavan de rastî îşkenceyeke giran hat, jiyana xwe ji dest da.” ÇHD’ê da zanîn ku mirina Gureşçî ji hêla wan ve hatiye piştrastkirin. ÇHD’ê destnîşan kir ku Sabrî Gureşçî jî rastî heman îşkenceyê hatiye û niha li heman îşkencexaneyê tê ragirtin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li gel Gureşçî, 4 kesên din jî di bin çavan de ne. Parêzerên ÇHD’î ji bo şopandina kirariyan û belgekirina îşkenceyê hewl dan lê polîsan gefa ‘dê heman tişt bi serê we jî bê’ xwarin. Divê Sabrî Gureşçî û binçavkiriyên din tavilê bên sewqkirin. Ne ewlehiya canê Gureşçî û ne jî ya hempîşeyên me tune ye. Divê rayedar tavilê mudaxaleyî vê rewşa hovane ya tirsnak bikin.”