Baroya Îzmîrê: Tu rewşên îstîsnaî îşkenceyê rewa nakin 2023-02-13 00:28:49   ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê bertek nîşanî îşkencekirina kesên li herêma erdhejê weke “talanker” hatine destnîşankirin da û wiha got: “Di tu şert û mercan de îşkence nayê qebûlkirin. Faîlê van îşkenceyan dewlet e û tu rewşên îstîsnaî vê îşkenceyê rewa nakin.” Baroya Îzmîrê têkildarî kesên li herêmên erdhejê bi îdiaya “talankeriyê” ji hêla leşker û polîsan ve hatin derbkirin û îşkencekirin, bi ser navê “Îşkence û miameleya xerab di tu şert û mercan de nayê qebûlkirin” daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî karesata erdhejê, dewlet di mijara belavkirina alîkariyan de qels ma ye û wiha domad: “Di encama vê yekê de pirsgirêka xwarin û hewînê derket holê. Welatiyên ku pêdiviyên wan nehatin bicihanîn jî ji bo van pêdiviyên xwe bi cih bînin ketin nava hewldanan. Kesên ku li ser medyaya civakî weke ‘talanker’ hatin destnîşankirin; ji hêla leşker, polîs û kesên sivîl ve hatin îşkencekirin û rastî miameleya xerab hatin. Li gorî peymanên ku Tirkiye jî aliyekê wan e, di tu şert û mercan de îşkence nayê qebûlkirin û qedexe ye. Tu rewşên îstîsnaî îşkenceyê mafdar naderxînin û rewa nakin. Her wiha pêşîlêgirtina îşkenceyê, berpirsyariya dewletê ye. Dewletên ku vê berpirsyariya xwe bi cih nayînin, faîlên sûcê îşkenceyê ne. Li tu deveran û di tu rewşan de kesek nikare îşkenceyê bike. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê neyê jibîrkirin ji hemû encamên neyînî yên li herêmên erdhejê qewimîn, dewlet berpirsyar e.”