Serokê Giştî yê EHP’ê û endamên partiyê hatin berdan 2023-02-13 00:08:43   STENBOL - Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan  Ozturk jî di nav de 40 kesên hatin binçavkirin piştî kar û barên îfadegirtinê hatin berdan. Rêxistina Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Stenbolê xwest têkildarî erdhejê li pêşiya Cevahîr AVM a Şîşliyê bi dirûşma “Erdhejê hejand, rantxwiran, muteahhîtan, serokan, burokratan û patronan hilweşand, em di bin kavilan de ne” daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî girseyê kir. Di encama êrişê de Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî di nav de, bi giştî 40 kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya li Fatîhê kirin û derheqê wan de bi îdiaya “Muxalefetkirina qanûna hejmar 2911” kirarî hate kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê jî temamiya binçavkiriyan hatin berdan.