'Cenazeyê parlementerê AKP'î hat derxistin, qontaq hatin girtin' 2023-02-12 23:51:48   SEMSÛR - Hat diyarkirin ku li Semsûrê piştî ku cenazeyê Parlementerê AKP'ê Yakûp Taş ji bin kavilan hat derxistin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî hatine sekinandin.    Li Semsûrê ku xesareke mezin ji erdhejê girt, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hêdî hêdî tên kirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja destpêkê heya niha li bajêr in û lêkolînên xwe didomînin. Şandeya ku ji parlementerên HDP'ê Saît Dede, Ridvan Tûran, Feleknas Ûca û Mensûr Işik pêk tê, îro li kavilên avahiya ku Parlementerê AKP'ê yê Semsûrê Yakûp Taş û malbata wî di binî de man û jiyana xwe ji dest dan lêkolîn kirin.    ROJA SÊYAN DEST BI XEBATAN HAT KIRIN   Di axaftina di navbera jineke li ber kavilan û Parlementerê HDP'ê Tûran de, hat diyarkirin ku xebatên li nav kavilan roja sêyan hatine destpêkirin. Jinikê destnîşan kir ku tîmên hatine gotine erka wan tune ye û cardin çûne û got: "Di êvara roja sêyan de hatin, lê nexebitîn. Kîjan tîm hat ku erka me tune ye û çû. Me kir qîrîn û hawar, lê kesî dengê me nebihîst."    ‘JI BIN KAVILAN DENG DIHAT LÊ KES NEHAT'   Jinikê anî ziman ku ji bin kavilan dengê mirovan bihîstine, lê heya roja sêyan jî kes bi hawariya wan de nehatiye û got: "Ev der Apartmana Aydinê ye. Li kêleka wê Apartmana Taşê hebû. Li vir birêz parlementerê AKP'ê miribû. Roja ewil hat derxistin, paşê qontaq hatin girtin. Her kes bi cihekî de çû. Mirovên liv ir hemû şahid in. Her kesî bi çavê xwe dît. Roja ewil hat derxistin û paşê her kes çû. Roja sêyan bi şev saet di 4'an de hatin. Me dengek bihîst, ev ne îdia ye. Her kesî bihîst, lê qebûl nekirin. Pir denreg mudaxile kirin, ên sax ji ber îhmalkariyê mirin."    MA / Ahmet Kanbal