Tenê kesên ku xizmên wan di bin kavilan de li Îskenderûnê mane 2023-02-12 20:10:27   HATAY - Li Îskenderûnê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, tenê kesên ku cihekî pê de biçin tune ye û bi hêvî li benda xizmên xwe yên di bin kavilan de mane.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girt, hê jî mirov di bin kavilan de ne. Li navçeyê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, ji ber ku nexweşxane jî di erdhejê de hilweşiyane nexweş sewqî Edeneyê tên kirin.    KON, AV Û CERYAN KÊM IN   Konên ku AFAD'ê ew danîne kêm in. Piraniya mexdûrên erdhejê an li ber kavilan in an jî di wesayîtên xwe de ne. Mexdûrên erdhejê ku xwe li ber agir germ dikin, pirsgirêka wan a herî mezin tuwalet û av e.    'EM PERÎŞAN BÛNE'   Li navçeyê ku alîkarî ji aliyê dilxwazan ve li mexdûrên erdhejê tên belavkirin, hê jî gelek cih hene alîkarî negihaltine wan. Mexdûrên erdhejê ku ji ber vê bi gilî û gazinc in, anîn ziman ku alîkariyên tên bi piranî li deverên zengînan tên belavkirin. Mexdûrên erdhejê gotin: "Alîkarî li sê cihan hatine komkirin. Ji me re dibêjin, 'werin ji vir wergirin.' Em ê çawa ji wir wergirin, em nizanin. Alîkarî nagihîje me. Li navçeyê bi sedan îbadetxane û bi dehan dibistan hene. Alîkarî li van deran nayên belavkirin. Li vir tenê li Cemxaneya Îskenderûnê alîkarî û xwarin tê belavkirin. Yanî wekî hûn jî dibînin em perîşan bûne."    KOÇBERÎ DIDOME   Piraniya mexdûrên erdhejê ji navçeyê koç dikin. Penaberên sûriyeyî ji bi trênê diçin Mêrsînê. Li navçeyê tenê kesên ku cihekî pê de biçin tune ye û bi hêvî li benda xizmên xwe yên di bin kavilan de mane.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen