30 hezar nanên tenûrê yên jinên Botanê hatin belavkirin 2023-02-12 19:48:10   DÎLOK – 30 hezar nanên tenûrê ku jinên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê yên Dîlokê çêkirin, li welatiyan hatin belavkirin.    Erdhejên Mereşê, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bûn cihê ruhê seferberiyê. Ji her deverî welatî, ji 6'ê Sibatê ve alîkariyê dişînin herêmên erdhejê. Ji gelek deveran ji bo Dîlokê jî alîkarî hatin. Herî dawî 30 hezar nanên tenûrê ku jinên Botanê çêkiribûn, îro li Dîlokê li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin.    MA / Rûkiye Adiguzel