Alîkariya ji Herêma Kurdistanê 3 roj in tê astengkirin 2023-02-12 19:03:37   AMED - Hat zanîn ku wesayîtên kar yên alîkariyê ku ji hêla Weqfa Alîkariyê ya Barzanî ve ji bo cihên erdhejê hatine şandin li gumrukê û Zanîngeha Semsûrê tên ravestandin.    Li her derê cihanê gelek dewlet, sazî û komele ji bo mexdûrên erdhejê serferber bûne. Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe jî ji roja ewil ya erdhejê heta niha ji bo herêmên erdhejê alîkariyê dişîne. Hat zanîn ku gelek wesayîtên alîkariyê yên ji Herêma Kurdistanê hatine şandin li gumrûkê û Zanîngeha Semsûrê tên sekinandin. Di dîmenan de ku welatiyan ew girtine, tê dîtin ku wesayîtên kar yên Weqfa Alîkariyê ya Barzanî tên sekinandin.    Di dîmena de kesekî ku ji Zaxoyê bi wesayîtên alîkariyê hatiye, destnîşan dike ku 3 roj in li gumrukê hatine sekinandin. Kesê ji bo alîkariyê hatiye wiha dibêje: “Em 3 roj in di gumrukê de ne. Ev 3 şev e em ranezane û em ji bo alîkariya Semsûrê hatine. Em dixwazin bişûxilin. Em li vir sekinandine û em nizanin ji bo çi em sekinandine. Nahêlin em alikariya miletê xwe bikin. Ez xelkê Zaxoyê me û ji bo alikariyê hatime. Nêzî 300 wesayîtên me yên kar li vir sekinandî ne.”