Li gundên Çaglayancerîtê bîlançoya erdhejê 2023-02-12 18:23:12   MEREŞ - Li 4 gundên navçeya Çaglayancerîtê, ji ber erdhejê 9 kes jiyana xwe ji dest dane û piraniya avahiyên saxlem li ser pêyan mane.    Her diçe bîlançoya erdhejên Bazarcixa Mereşê ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an çêbûn, giran dibe. Waliyê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû ku wekî waliyê koordînator li Bazarcixê hat peywirdarkirin, du daxuyaniya xwe ya duh de destnîşan kiribû ku li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê temam bûne, ji bin 872 kavilan 41 welatî hatine derxistin û bi giştî 413 welatî jî jiyana xwe ji dest dane.    Nayê zanîn bê ka bîlançoya gundan jî daxilî nava vê bîlançoyê ye. Li 9 gundan ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve dîmenên wan hatin girtin, herî kêm 263 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bi sedan heywan mirine û ew qas jî xanî xesar dîtine an jî bi temamî hilweşiyane.    9 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE   Îro jî me dîmenên gundên Bozkar, Kuçukungut, Orûçpinar û Zeynepûşagiyê yên navçeya Çaglayancerîtê girtin. Ewilî em çûn gundê Bozlarê. Li gund zêdetirî 400 xanî hebûne, lê ji van xanitan nêzî 70 heb hilweşiyane an jî pir xesar dîtine. Her wiha gelek axur jî hilweşiyane. Ji bin kavilan 4 kes bi saxî hatine xelaskirin û 9 kes jî mirine.    Welatî xanî û axurên ku bandor ji erdhejê girtine cardin diselihînin.    XANIYEK JÎ HILNEWEŞIYAYE   Li gundê Kuçukungutê avahiyên pirxesardîtî an jî hilweşiyayî tune ne. Ji ber vê di erdhejê de kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Tenê çend derzên biçûk li avahiyên saxlem ketine. Şêniyên taxê diyar kirin ku pêdiviya wan bi tu alîkariyê tune ye û xwestin ku alîkarî bigihê gundên xaniyên wan hilweşiyane.    PÊDIVÎ BI KONAN HEYE   Li gundê Orûçpinarê jî 200 avahiyî tenê 10-15 avahî xesar dîtine, lê kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Herî dawî jî em çûn gundê Zeynepûşagiyê. Li vî gundî jî kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Tenê hin beşên çend avahiyan hilweşiyane û hin derz li hin xaniyan ketine. Li vî gundê 40 xaneyî herî zêde pêdivî bi konan heye.    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok