Harûn Sîmîn ku 30 sal bûn di girtîgehê de hate berdan 2023-02-12 15:47:55   MÛŞ - Harûn Sîmîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat girtin, piştî 30 salan hate berdan.    Harûn Sîmîn ku 30 sal bûn di girtîgehê de, îro di saetên serê sibehê de ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate berdan. Sîmîn, di sala 1993’yan de li Mûşê hatibû binçavkirin û piştre jî cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn. Sîmîn, piştî 30 salan hate berdan û li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û xizmên xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.