Pîroglû: Dewlet hewl dide hilweşîna heyî bi rêya astengkirinan veşêre 2023-02-12 15:15:12 STENBOL – Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû got ku îktîdar hewl dide pêşî li ber piştevaniya gel a piştî erdhejê derketî holê bigire û wiha got: “Dewlet hewl dide hiweşîna heyî bi rêya astengkirina veşêre. Divê em li dijî polîtîkayên îktîdarê li cem hev bisekinin.”  Alîkariyên ku rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi rêya torên ava kirine kom dikin û dixwazin ji herêmên erhejê re bişînin, tên astengkirin. Gelek alîkariyên ji hêla HDP û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve hatine komkirin û bi TIR’an tên şandin, ji hêla walîtî, qeymeqamtî û polîsan ve tên desteserkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû da zanîn ku tevî astengkirinan jî piştevaniya gel pir mezin e û dê alîkariyan bişînin.    SEFERBERIYA BI GEL RE   Pîroglû da zanîn ku ji destpêka erdhejê ve tevî gel bi awayekî topyekûn ketine nava liv û tevgerê û ev tişt anî ziman: “Pêkhateyên me û tifaqên me jî tev li bûn. Di esasê xwe ya ku ber bi herêmên erdhejê ve çûyî, xebata gel û ya partiyên siyasî ya birêxistinkirî bû. Vê jî kir ku yên ji bin kavilan hatine derxistin û yên din bikarin bijîn. Rêxistina me li her deverê bênavber dixebite. Em hem li derveyî herêmên erdhejê alîkariyan koordîne dikin, hem jî li herêmên erdhejê li gorî koordînasyona navxweyî belav dikin. Em û gel ji dewletê pir zêdetir biorganîze bûn. Ji roja destpêkê ve gelek TIR’ên alîkariyê hatin şandin. Îktîdarê bi OHAL û desteserkirina alîkariyan re hewl dide ser hilweşîna rê li ber vekiriye bigire. Her wiha dixwazin ruhê piştevaniyê yê gel ku piştî erdhejê derket holê asteng bikin.”     BANGA PIŞTEVANIYÊ    Pîroglû, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdar vê hilweşînê, vê karesata xwezayî weke êşeke xwezayî dibîne û jê re dibêje qeder. Dema ew qala yekitiyê dikin, hewl didin xwe ji berpirsariyê rizgar bikin. Peywirên dewletê hene lê pêk nayîne. Kesên li ser enkazan banga makîneyên kar dikin. Li welêt baronên înşaetê hene lê yek ji wan nekete nava tevgerê. Tekane daxwaza me ya ji raya giştî ev e; bi qasî ku ji dest tê divê em piştevaniyê mezin bikin. Hemû rêxistinên me yên navend û navçeyan ji bo piştevaniyê vekirî ne. Divê em li dijî astengkirinên îktîdarê, piştevaniya xwe xurtir bikin.”