Malbatên girtiyan tu agahiyan ji girtîgehan nagirin 2023-02-12 14:53:36   AMED - Di erdhejê de xesar gihişt Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglû û Gitîgeha Tîpa T a Islehiyeyê û hatin tehliyekirin. Malbatên girtiyan dan zanîn ku tu agahî ji wan re nayên dayîn bê ka girtî bi ku de birine.    Ji ber ku di edhejê de xesar gihiştiyê, ji bo Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglû ya Mereşê û Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê biryara tehliyekirinê hate dayîn. Lê belê nehat ragihandin bê ka girtî li kîjan girtîgehan hatine veguhestin. Hinek girtiyan bi rojan piştre li girtîgehên lê hatine sewqkirin li malbatên xwe geriyan û hinek girtî jî tevî ku bi ser re 7 roj debas bûne jî nayê zanîn bê ka li ku ne.    'HINCETA EWLEHIYÊ’    Yek ji girtiyên hatiye sewqkirin jî Yûsûf Şahîn e. Malbata Şahîn got ku bi roja ye tu agahiyan ji zarokê xwe nagirin û ev agahî dan: “Hinek girtiyanx we gihandin malbatên xwe lê me hêjta nekariye xwe bigihînin zarokê xwe. Em bi dehan caran li girtîgehê geriyan lê rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘ewlehiyê’ agahiyan nadin me. Em li girtîgehên Konya Ereglî, Antalya û Kirşehîrê digerin lê tu bersivan nadin me.”    'BERSIVÊ NADIN TELEFONÊN ME’   Dayika girtiyê bi navê Yûnûs Emre Ergîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê tê ragirtin Serap Ergîn, diyar kir ku tu agahiyan ji zarokê xwe nagire û wiha got: “Dema em li girtîgehê geriyayîn ji me re gotin ku rewşa girtiyan baş e lê nehiştin em bi wan re hevdîtinê bikin. Rêveberiya girtîgehê her carê me bi hincetên cuda mijûl dike. Agahiyên ku didin hev nagirin. Carnan dibêjin rewşa girtiyan baş e û carnan jî dibêjin ji ber xesara li girtîgehê çêbûye hatine sewqkirin. Lê nabêjin bê ka ber bi ku de hatine sewqkirin. Girtîgeh êdî bersiva telefonên me jî nade. Bi ser erdhejê re 7 roj derbas bûn lê tu agahiyan nadin me. Em nizanin bê ka hatine sewqkirin an na. Em nizanin ka sax in an na. Em nizanin li ku derê ne da ku biçin serdana wan.”    'BILA RAYEDAR DAXUYANIYEKÊ BIDIN’    Dayik Ergîn got ku di nava tirs û fikaran de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî erdhejê diviyabû rayedaran têkildarî mijarê daxuyanî bidana. Lê tu daxuyanî nedan. Wezaret, girtîgeh û dozger di vê mijarê de bêdeng in. Tu kes tu agahiyan nade. Ev hefteyeke em di nava tirs û fikaran de ne tu kes nabe bersiv. Fikarên me mezinin û banga me ji bo tevahiya raya giştî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”