Li Amedê xirbeyên avahiyan tên rakirin: Heta niha cenazeyê 312 kesan hatiye derxistin 2023-02-12 14:45:51   AMED - Heta niha ji bin xirbeyên 7 avahiyên li Amedê cenazeyên 312 kesan hatiye derxistin û 900 birîndaran serî li nexweşxaneyan daye. Li hin avahiyan xebata rakirina xirbeyan dest pê kir. Welatiyên li ber avahiyê hilweşiyayî hê jî disekinin wiha dibêjin, “Qet nebe me cenazeyên xwe werbigirta û em li ser gorên wan bigiriyan.”    Ji ber karesata erdhejê li Amedê jî 7 avahî hilweşiyabûn. Ji van avahiyên li Amedê hileweşiyayî heta niha cenazeyên 312 welatiyan hatiye derxistin û 900 welatiyên birîndar jî serî li nexweşxaneyan dane.    XIRBE TÊN RAKIRIN    Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li avahiyên Işik û Hisamî yên li navçeya Rezanê bi dawî bûne û xirbeyên avahiyan bi kamyonan tên kişandin.    Malbat û welatiyên li ber avahiyên din hê jî li benda xeberek xêrê ya xizmên xwe ne, êş û hêrs li ser rûyê wan xuya dike. Welatî ango ew malbatên dilê wan şewitiye ji aliyekî ve dilorînin ji aliyekî ve jî dibêjin, “Qet nebe em cenazeyên xwe werbigirin û em li ser gorên wan birehetî bigirîn.” Malbat bi van gotinan bertek nîşanî xebata hêdî ya tîmên rizgarkirinê dide. Malbatên ku fikar û bi êşek mezin li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê temaşe dikin û ji ber êşa di nava dilê wan de ne di wê rewşê de ne biaxivin.    6 MEH BERÊ HATINE HATINE AVAHIYA SERÎN    Li avahiya Serîn 2 (Cengizler) a li semta Tesîslerê ya Amedê dergevan di kêliya dawî de canê xwe rizgar dike û hevjîn û 6 zarokên wî 7 roj in di bin xirbe de ne. Malbat 6 meh berê ji Stenbolê hatiye û ji ber ew ê du meh şûnve ji daîreya dergevan bar bikin, kelûpelên xwe jî hê ji kolîyan dernexistine. Xizmên malbatê ku li cihek nêzî avahiyê xeberek xêre çaverê dikin dibêjin ew ji ber sermayê nexweş ketine.    Jinek diyar kir ku xwişka wê û 6 xwarziyên wê di bin xirbe de ne û wiha got: “Malbat di qata ketina apartmanê de dima. Roja erdhejê zavayê me xwe diavêje derve û lê xwişka min û zarokan li hundir dimînin. 6 meh berê hatine vê avahiyê. Wê du meh şûnve biçûna cihek din. Hê eşyayên xwe jî ji koliyan dernexistibûn.”    TÊ TEXMÎNKIRIN 110 KES DI BIN XIRBEYAN DE HENE    Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal da zanîn ku tê texmînkirin di bin xirbeyên avahiyên Galeria-1, Galeria-2, Serîn û Sozel de herî kêm 110 kes hê jî hene.