Mexdûrên erdhejê li konan digerin û polîs jî li ber konê vala yê li pêşiya HDP’ê disekinin 2023-02-12 14:28:54   AMED - Mexdûrên erdhejê ji bo xwe lê bihewînin li benda konan e. Konê ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê li pêşiya avahiya HDP’ê Amedê veda bû û bi dehan kes dikarin xwe lê bihewînin, di bin parastina polîsan de vala disekine.    Ji erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Bazarcix ên Mereşê 11 bajar bibandor bûn. Bi hezaran kes di vê sir û seqema zivistanê de ji bo xwe lê bihewînin li benda konan e.    Bi organîzasyona Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê re, li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo komekê kon hatibû vedan. Di vê konê de bi dehan kes dikarin xwe lê stare bikin lê di bin parastina polîsan de li şûna xwe vala vala disekine.    Xelkê bajar ê li derdorê rûdine, ji bo kona ku li pêşiya avahiya HDP’ê vala disekine bang kirin û xwestin ku ji bo mexdûrên erdhejê bê şandin.