Li Cizîrê malbatek hate definkirin 2023-02-12 14:02:14   ŞIRNEX – Di erdheja Hatayê de ji heman malbata Cizîrî 4 kesan jiyana xwe ji des dabûn. Cenazeyên endamên malbatê li Cizîrê hatin definkirin.    Di 6’ê sibatê de li Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhej çêbûn û li 10 bajaran rê li ber hilweşîneke mezin vekir. Yek ji bajarên ku herî zêde bandor lê bûyî jî Hatay bû. Di encama erdheja li Hatayê de malbateke ji Cizîr a Şirnexê jî di bin kavilan de ma. Ji malbatê Şerîf Esmer, Yildiz Esmer û zarokên wan Hasan û Huseyîn jiyana xwe ji dest dan.    Cenazeyên endamên malbatê anîn Cizîrê û li Goristsana Asrî ya Cizîrê li cem hev hatin definkirin.