Pêlava xwe şand Semsûrê, ji ber nikaribû pêlavek nû bişîne lêborînê xwest 2023-02-12 13:56:55 SEMSÛR - Di kolîyên alîkariyê ku hatin Semsûrê de peyamên girîng û hestiyar ên zarokan derketin holê. Welatiyek ku pêlava xwe ji mexdûrên erdhejê re şandiye vê peyamê nivîsandiye: “Min dixwest pêlavek nû ji we re bişînim. Lê belê ji ber tengezariya aborî min nikaribû pêlavek nû bişînim. Ez ji we lêborînê dixwazim.”  Piştevanî û alîkariya bi gelê Semsûrê yê bûye mexdûrê erdhejê re berdewam dike. Bi hezaran li Semsûrê hilweşiyan e û bi ser 5 hezar mirov re kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi sedan welatî ji bo piştevanî û alîkariya mexdûran ji bajarên wek, Mêrdîn, Riha, Êlih, Wan, Colemerg, Şirnex, Stenbolê hatine Semsûrê û hewl didin birînên xelkê bipêçin. Her wiha alîkariya mirovî jî ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gihîştiye Semsûrê û li mexdûran tê belavkirin.    ‘EZ PIR JI WE HEZ DIKIM’    Di nav kolîyên alîkariyê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin de peyamên piştevaniyê jî derdikevin holê û ev peyam dilê mirovan dişewitîne. Di kolîyek cilan de ku ji bajarê Bûrsayê ji bo mexdûran hatiye şandin, peyam ango nivîsek watedar jî  têde cih digire. Zarokek di peyama xwe piştevaniyê de wiha dibêj, “Hevalên min ên mexdûrê erdhejê, ez pir ji we hez dikim. Ez Melîsa. Ez ji Bûrsayê vê nivîsê bo we dişinim. Hêvîdarim diyarên bo we dişînim hûnê di rojên xweş û bextewar de li xwe bikin û bikar bînin. Ez ji bo we gelek diayan dikim. Helbet wê ev roj derbas bibin.”    ZAROKAN PÊLÎSTOKÊN XWE ŞANDINE    Egesû ya jiYalovayê jî ku pêlîstokên xwe şandiye, wiha dibêje: “Pir derbasî be ji we re. Ez dixwazim hûn gavek beriya gavekê baş bibin.”    Her wiha zaroka bi navê Nehîr jî ji Yalovayê pêlîstokên xwe bo zarokan şandiye û piştevaniya xwe bi zarokan re destnîşan dike.    Zarokêk bi navê Toprak jî pêlîstokên xwe ji bajarê Yalovayê bo zarokên mexdûrên erdhejê şandiye.    ‘HÛN NE BI TENÊ NE’    Malbata Zivzak Kumek jî cil û erzaqan ji bo mexdûran şandiye û di peyama xwe de gotiye, “Xwedê alîkarê we be. Xwezî gelek tişt ji destê me bihatana. Em bi dil û can bi we re ne. Hûn ne bi tenê ne. Em ji bo we duayana dikin.”    PEYAMA BI WATE    Welatiyek ku pêlavek bikar aniye şandiye û peyama ku bi pêlavê re şandiye hemû rewşa şerpeziyatê radixe ber çavan û di peyama xwe de wiha dibêje, “Derbasî be ji we re. Min dixwest pêlavek nû ji we re bişînim lê ji ber tengasiyên madî min nikaribû pêlavek nû bişînim. Ez ji we lêborîna xwe dixwazim.”    MA / Omer Akin