Ciwanên ku 24 saetan li qadê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê kirin 2023-02-12 12:31:24 AMED - Ciwanên ku bi dilxwazî li Amedê 24 saetan ji bo mexdûrên erdhejê dixebitin banga mezinkirina piştevaniyê li her kesî kirin.    Ciwanên ku bi awayekî dilxwaz tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên kavilên 7 avahiyan bûn, 24 saetan bênavber dixebitin. Li gel xebatên lêgerîn-rizgarkirinê, hewl didin pirsgirêka cihê mayînê ya welatiyan çareser bikin û li herêmên şîn lê hatine danîn jî birînan derman bikin. Heta niha li Amedê 282 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 900 kes jî birîndar bûne. Ciwanên ku li ser kavilan bênavber dixebitin, li cihê şînê ya li Eywana Dawetan a Kaplan City a li Peyasê jî ji malbatan re dibin alîkar.    Ciwanên bi navên Îrem Nûr Alkaş û Rûken Karadag, dan zanîn ku weke berpirsyariyeke însanî û wijdanî, hewl didin li cihê şînê pêdiviyên malbatan pêşwazî bikin.    HÊJ ŞÎNEK NEHATIYE RAKIRIN A DIN DEST PÊ DIKE    Alkaş, da zanîn ku gelek şîn hatine danîn û wiha got: “Em dixwazin ji malbat û gelê xwe re bibin alîkar û birînên xwe bi hev re derman bikin. Li vê derê em derdora 10-15 kesên dilxwaz hene û ev 4 roj in xebatan dikin. Ewqas kes mirovan jiyana xwe ji dest dan ku hêj şînek nehatiye rakirin yeke din tê danîn. Li vê derê niha şîna bi dehan kesên cuda hene. Em hewl didin birînên wan derman bikin. Ji bo pêşwazîkirina her cureyên pêdiviyên wan xebatan dikin. Mîna Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê, ji gelek cihan piştgirî û alavên pêwîst tên şandin. Banga me ji bo hemû kesên dilxwaz ew e ku bên vê derê û piştevaniyê mezin bikin.”    BI ROJA YE LI HER DERÊ NE    Ciwana bi navê Rûken Karadag jî got ku tevî hevalên xwe bi dilxwazî xizmetê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Polîsan destûr nedan ku li Parka Roboskê şîn were danîn. Lewma jî êdî şîn li vir hatin danîn. Bi roja ye hêj şînek nehatiye rakirin, yeke din tê danîn. Armanca me ya esasî ew e ku ji malbatên xizmên xwe winda kirine re bibin alîkar. Weke mînak; duh şîna malbateke ku 5 endamên xwe winda kirin hebû. Malbatên heman rewş jiyayîn tên. Di şînê de xwarin, çay an jî êdî çi pêwîst bike em jê re dibin alîkar. Em tenê bi şînê ve eleqedar in. Her wiha hevalên me yên ku hewl didin pirsgirêkên xurek û cihê lêmayînê çareser bikin jî hene. Alavên hewce, ji hêla dilxwazan, xêrxwazan, rêxistinên civaka sivîl û Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ve tên pêşwazîkirin. Bi taybet jî xwarin li ser kooperatîfan tên çêkirin. Xwarinên şînan jî ji hêla van kooperatîfên komunan ve tên amadekirin.”    MA / Rûken Polat-Mehmet Guleş