‘Divê bi lezgînî xizmeta psîkososyal ji bo mexdûrên erdhejê bê dayîn’ 2023-02-12 12:06:24 AMED - Pisporên xizmeta civakî behsa travmaya sosyal psîkolojîk a piştî erdhejê li ser civakê çêbû kirin û gotin divê ji bo hemû mexdûrên erdhejê xizmeta psîkososyal ji bo her kesî bê dayîn.    Karesata erdhejê li ser 10 bajaran bandorek neyînî hişt. Bi deh hezaran mirov di bin xirbeyên erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran mirov birîndar bûn. Rewşa bi hezaran welatî xedar e. Hê jî agahî ji gelek mirovên di bin xirbeyan de nayê girtin. Gelek bajêr û navçey dem û duz bûne û birînên mezin li pey xwe hişt. Erdhejê bandor li ser bi milyonan mirov kir û bi sed hezaran mirov ji bo tevdîra canê xwe neçar man mal û avahiyên xwe terk bikin. Bi sedhezaran mirov bi sir û seqema zivistanê ya dijwar re rûbirû man û mexdûr bûn.    Pisporên xizmeta civakî ku balê dikişînin ser bandora erdhejê ya li ser civakê diyar dikin ku pêşniyaz dikin ku divê piştevaniya psîkososyal û xizmeta civakî ji mexdûran re bê kirin.    DESTEKA PSÎKOSOSYAL    Rêvebera Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER) a Şaxa Amedê Bahriye Eşme diyar kir ku wan di bin banê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniya Amedê de xebatên xizmeta civakî bi rê ve dibin û divê piştî travmaya karesata çêbû xebata desteka psîkososyal ji bo welatiyan bê destpêkirin.    TRAVMA ZÊDE BÛYE    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Amedê derûnnas Şiyar Guldîken jî behsa travmayên qewimîne kir û dibe ku di warê travmayê de bertekên civakî zêde bin. Guldîken anî ziman ku erdhejê bandorek neyînî li ser zarokan kiriye û divê ku beriya her tiştî zarok ji tirsê bên parastin. Guldîken destnîşan kir ku divê xizmeta psîkososyal, civakî û fizîkî ji bo mexdûrên erdhejê bê dayîn û ev destek bênavber bidome.    DERÛNNASÊN DILXWAZ BO PIŞTEVANIYÊ AMADE NE   Derûnnas Rûken Esen û Bêrîtan Guneş ên endamên Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamya wek dilxwaz ji xebatên erdhejê de cih digirin dan zanîn ku felaketek mezin çêbûye û rê li ber travmayên nû vekir. Derûnnasan got mirin ne qeder e û ew amade ne ku desteka psîkososyal bidin civakê û dê xebatên wan bênavber berdewam bikin.    MA / Zerrîn Sargut