Ji ser kavilê bavê xwe lê winda kiriye naçe! 2023-02-12 11:40:38 MEREŞ - Li Evrî-Kumeevlerî ya navçeya Bazarcix a Mereşê tevahiya avahiyan hilweşiyan e. Zarokê bi navê O.C. ku tevî 4 xwişk-birayên xwe hatibû rizgarkirin, ji ser kavilê ku bavê wî lê jiyana xwe ji dest daye naçe.    Li taxên çoltarê yên navçeya Bazarcix a Mereşê hilweşîneke mezin çêbû. Bi sedan kesan li van deveran jiyana xwe ji dest dan, hema hema hemû avahî hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Yek ji gundên trajediyên mezin lê hatin jiyîn jî zoma Kumeevler a Taxa Evrî ya 50 kîlometreyan dûrî navenda bajar e. Li taxa ku di nava çiyayan de hatiye avakirin de derdora 15 xanî hene. Lê belê di erdhejê de tevahiya xaniyan herifîn. Her wiha govên wan jî bi temamî rûxiyan.    ZOM SERÛBIN BÛ!    Li zomê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan jî ji hêla xizm û cîranên wan ve ji bin kavilan hatin derxistin. Li zomê êşeke giran heye û welatî hewl didin birînên xwe bi derfetên xwe derman bikin. Welatî dibêjin ku ji wan re kon nehatine şandin û hewl didin bi derfetên xwe, ji xwer re kepirên nalyonan çêbikin. Li hêla din jî ji bo sewalên wan di bin sermayê de nemînin, govên hilweşiyayî çêdikin.    7-8 SAETAN DI BIN KAVILAN DE MA    Dema me kavil dikişandin, li zarokekî bavê xwe winda kirî rast hatin. O.C. 11 salî ye û ji ber wefata bavê xwe xemgîn e. Dema diaxive, gotin di qirika wî de dimînin û li dora mala xwe ya bûye kavil digere. O.C. wiha dibêje: “Em 5 xwişk û bira ne. Min bavê xwe winda kir. Xalên min hatin û em xelas kirin. Em her 5 xwişk û bira li heman cihî hatin rizgarkirin.”    O.C. me dibe cihê korîdora jiyanê ya ku tevî 4 xwişk û birayên xwe lê rizgar bûye. Piştre jî em li ser derenceyên avahî yên bûye kavil ser dikevin. O.C. korîdora jiyanê ya ku tenê kesek dikare tê re derbas dibe nîşanî me dide û wiha dibêje: “Lingê xwişka min şikest. Xalên min ew bi wesayîta xwe gihandin nexweşxaneyê. Kunik biçûk bû. Em jê derketin. Ji bo ku xwişka min jê derxînin kun, hinek mezin kirin. Em 6-7 saetan di bin kavilan de man.”    O.C. da zanîn ku heta niha weke alîkarî bo wan tenê gofret û biskûvî haine şandin. O.C. dixwaze ku ji wan re kon bên şandin û alîkariya xurekan were dayîn.    MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay