Girtiyan ji ber erdhejê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin 2023-02-12 10:34:01   AMED – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê û yên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê ku li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, bi boneya erdhejê çalakiya xwe bi dawî kirin.    Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê û Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, li dijî serdegirtinên qawîşan, hejmartina ser pêyan û binpêkirinên din, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Girtiyan bi sedema erdhejê dawî li çalakiya xwe anîn.