Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hat derxistin 2023-02-12 09:19:17 AMED - Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilê Apartmana Sozel a 9 qatî ya li Semta Ofîsa navçeya Bajarênû hilweşiya, hate derxistin.    Di erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbûn, bandor li Amedê jî kir. Xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya li avahiyên li Amedê hilweşiyayî berdewam dikin. Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs (Dîlek Kuçuker) di saetên şevê de ji bin kavilê Apartmana Sozel a 9 qatî ya li Kolana 2’yemîn a Kûrt Îsmaîlpaşa a li Taxa Kooperatîfler a Semta Ofîsa navçeya Bajarênû hilweşiya, hate derxistin.    Cenazeyê Tîgrîs a di roja 7’an a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hate derxistin wê îro li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê bê veşartin.    Di bin kavilên avahiyên Amedê de heta niha 298 kesan jiyana xwe ji dest da.