MED TÛHAD-FED'ê bang li Wezareta Dadê kir ku rewşa li girtîgehan eşkere bike 2023-02-11 22:36:56   AMED – MED TUHAD-FED'ê têkildarî girtîgehên xesar ji erdhejê dîtine bang li Wezareta Dadê kir ku berpirsiyariyê hilgire.    Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED), têkildarî girtîgehên ku xesar ji erdhejên Bazarcixa Mereşê girtin, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyeke nivîskî belav kir.    Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku piştî erdheja ewil bi dehan malbatên girtiyan serî li komeleyên wan dane. Federasyonê di daxuyaniyê de gotiye ku fikarên malbatên zêde bûne û rewşa li girtîgehên Turkoglû, Elbîstan, Îskenderûn, Hatay û Meletiyê nediyar e û pêwendiya malbatan a bi girtîgehan re bi temamî qut bûye. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di rewşeke wiha de diviyabû wezaret bi awayekî rêk û pêk li ser malpera xwe ya fermî agahî belav bikirana, lê ji dêvla vê xwe li bêdengiyê datîne.    BANG LI WEZARETÊ KIR   MED TÛHAD-FED'ê ji bo rewşa girtiyan bang li wezaretê kir ku demildest rewşa fîzîkî ya li girtîgehên Turkoglû, Elbistan, Îskenderûn, Hatay û Meletiyê eşkere bike û asta xesarê ya girtîgehan eşkere bike. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku divê bê eşkerekirin ku bê çend girtî çi jer ber vê karesatê çi jî ji ber sedemine din jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne bê daxuyandin.    Federasyonê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku divê hejmara girtiyên li van girtîgehn û girtiyên ji van girtîgehan hatine sewqkirin bê eşkerekirin.    Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar hatiye kirin di vî warî de berprisiyariyê hilgirin.