AFAD û 112’yê ji HDP’ê malzemeyên alîkariyê xwestin 2023-02-11 22:13:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Dilxwazên AFAD û 112’yê ku li Mereşê alîkarî nedîtin, xwestin alîkariya HDP’ê aniye bajar belav bikin.    Du erdhejên ku di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn bandor li 10 bajaran kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji roja ewil a erdhejê ve xwe bi rêxistin kir û ji herêmên erdhejê re kampanyaya alîkariyê ya mirovî da destpêkirin li herêmê pêdiviyên gel pêşwazî dike. AFAD û 112’yê HDP’iyên ku ji hemû bajarên lê bi rêxistibûye malzemeyên alîkariya mirovî birin herêma erdhejê weke hevî dîtin.    Dilxwazên AFAD û 112’yê ku anîn ziman li navçeya Elbistan a Mereşê di destê wan de malzeme nemaye, xwestin alîkariya ku HDP’ê anî bajêr li gel belav bike. HDP’iyan alîkarî bi wan re parve kirin û destnîşan kirin ku pêşwazîkirina pêdiviyên gel a bi hev re gelek girîng e.    Ji depoya ku HDP’ê li Elbistanê ji bo komkirina alîkariyan girtiye, ji aliyê gelek rêxistinên sivîl ên civakî û komeleyan ve alîkariya mirovî tê şandin.