Li Hatayê roja 6’an: Xetereya şewbê zêde dibe 2023-02-11 21:51:49 HATAY - Di roja 6’emîn a erdhejê de li Hatayê ji ber pirsgirêkên av û daşirên seyar, xetereya şewbê zêde dibe. Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Ozgur Akbaba diyar kir ku heke dewlet bernameya derzîdanînê ya ji bo zarokan ne domine, dê rê li ber şewbên mezin veke. Li gorî daneyên fermî, di encama erdheja Mereşê de 21 hezar û 848 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de li Hatayê de hilweşîneke mezin çêbû. Li gel ku bi ser erdhejê re 6 roj derbas bûne jî hêjta pirsgirêkên hewînê û paqijiyê berdewam in. Li çendek noqteyên bajar daşirên seyyar hatine bicihkirin lê belê kêm in. Her wiha pirsgirêka avê jî hêj nehatiye çareserkirin. Li gelek deverên bajêr kotinker xuya dikin û xelkê bajar bi xetereya şewbeke mezin re rû bi rû ne. Tevî xetereya heyî jî Wezareta Tenduristiyê heta niha gavek neavêtiye. Lê bele Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Dermanfiroşên Tirk û tenduristvanên dilxwaaz li bajar dest bi xebatên nû kirin. Yekitiya Dermanfiroşan ji bo pêşwazîkirina dermanan, li 15 noqteyên bajar dermanxaneyên seyyar ava kirin. TTB’ê jî li navçeya Defneyê maseya şêwirmendiyê ava kir û ji bo mexdûrên erdhejê kontrolên bingehîn dike. Her wiha xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz jî li revîrên hatine avakirin xizmetê didin. XETEREYA ŞEWBA HINAVÊJÊ Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Ozgur Akbaba li dijî xetereya şewbê hişyarî da û wiha got: “Xwegihandina ava paqij hatiye bisînorkirin û avên vexwarinê jî an xerab bûne an jî mîkrop di nav de hene. Ev yek jî xetereya şewbê zêdetir dike. Li bajar, di asta tê xwestin de daşirên seyar nînin. Di dema destavê de ji ber ku av kêm e, lewma rîska şewba hinavêjê pir zêde ye. Lewma divê li paqijiya dest baş binêrin û gulavên pileya wan ser 70’an bên bikaranîn. Bi taybet jî piştî çûna daşirê divê ev yek bê kirin. Divê ji bilî avên şûşe tu avên din neyên vexwarin û ji bo şûştina zebzeyan jî ew ev bê bikaranîn.” ‘DIVÊ TAVILÊ DERZÎKIRIN DEST PÊ BIKE’ Bi domdarî Akbaba anî ziman ku şewbên mîna Kovîd-19’ê berdewam in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li cihên qelebalix maske bi kar bînin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a ku divê dewlet tavilê çareser bike, derzîkirina tetanosê ye. Divê her kesên ji erdhejê rizgar bûn demildest vê derziyê bi kar bînin. Îxtîmal heye ku kesên li qadê dixebitin di her kêliyê de birîndar bibin. Her wiha derziyên zarokan hene. Divê dewlet tavilê derziyên wan deyne. Nexwe dê nexweşiyên giran ên weke sorik, mirkutok, gurep, menenjit û xurî dest pê bikin. Li herêmên erdhejê pirsgirêkeke pir mezin a organîzasyonê heye. Hêj bi hezaran kes ji bin kavilan nehatine derxistin. Her wiha gel neçar ma ku li kolanan bimîne. “ MA / Tolga Guney