Polîs xwest wesayîta alîkariya erdhejê ceza bike lê welatiyan nehişt 2023-02-11 21:41:23 AMED - Li ser cadeya Gevranê ya Amedê polîsekî trafîkê xwest ceza ji bo wesayîtekî ku bi armanca alîkariya erdhejê teslîm cihê navenda komkirina alikariyê bike, binivsîne. Li ser vê yekê gelek welatîyan bertek nîşanî polîs da û polîs demançeya xwe derxist û du car gule berda hewa.    Ji ber erdhêjên ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê çêbû, gel jî dest bi seferberiya alîkariyê kir. Amed jî yek jî wan navendên ku herî zêde alîkarî lê tê komkirinê ye. Gelê Amedê hem birîna xwe hem jî birîna bajarên derdorên xwe ku ji ber erdhejê hilweşiyane derman dike û alikariyê dişîne jî bo mexdûrên erdhejê. Li ser cadeya Gevranê ya lî semta Ofîsê Amedê, ji aliyê gel ve navendek komkirina alîkariyê hatiye vekirin. Welatiyek ku bi wesayîta xwe alîkariyê anî û radestî xebatkarên navenda komkirina alîkariyê bike. Welatî wesayîtê li ber ber navendê park kir.    GEL NERAZÎBÛN NÎŞAN DA    Di vê kêliyê de polîsek trafîkê jî xwest ji bo wesayîtê ceza binivsîne. Xwediyê wesayîtê bertek nîşan da û da zanîn ku ew ji bo alikariyê teslîm bike wesayîta xwe park kiriye. Her wiha kesên li derdorê jî gotin ku di rewşeke wiha de çawa ceza dê were nivîsandin. Li ser van bertekan polîs demançeya xwe derxist û du car gule berî hewa da.    Welatiyên ku li derdora bûyerê kom bûn nerazîbûn nîşanî polîs dan. Gelek polîs hatin cihê bûyerê û polîsê trafîkê ku xwest alozîyê derxe ji cihê bûyerê birin.    Piştre welatiyên li cihê bûyerê bûn û di navbera komek polîsên din de rageşî derket. Li ser hêrs û berteka gel polîs neçar man ji cihê bûyerê biçin.