Li Pamûklûyê 4 kesên di bin kavilan de ji sermana jiyana xwe ji dest dan 2023-02-11 21:39:12 SEMSÛR - Li mezrika Pamûklûyê ya gundê Kaşlicayê yê navçeya Tûtê ku piştî erdhejê kes neçûyê, 4 kesên di bin kavilan de ji sermayê jiyana xwe ji dest dan.    Dilxwazin ku ji bo piştevaniyê hatin Semsûrê, xwe digihînin deverên ku AFAD neçûyê. Dilxwaz, piştî 6 rojan xwe gihandin mezrika Pamûklû ya gundê Kaşlicayê yê navçeya Tûtê ya Semsûrê. Li mezrikê ku 32 kîlometreyan dûrî navenda Semsûrê ye, di erdhejê de 8 avahî hilweşiyan. Ji ber ku berfeke zêde li mezrikê bariyaye, xwegihandina wê jî pir zehmet e. Ji roja ku erdhej çêbûye kes neçûye mezrikê. Hat diyarkirin ku li vir 4 kes qerisîne û jiyana xwe ji dest dane.    DI BIN KAVILAN DE QERISÎN   Şêniyê Pamûklûyê Ridvan Ataş, anî ziman ku ji roja ku erdhej çêbûye heya niha bi tenê ne. Ataş ragihand ku 45 kes li mezrikê bûne û di dema erdhejê de 4 kesî jiyana xwe ji dest daye. Ataş bilêv kir ku wan bi xwe kesên di bin kavilan de mane rizgar kirine û got: "Me 2 kesan roja duduyan û yên din jî roja 3'yan derxist. Ger roja ewil mudaxile bihata kirin, wer xuyaye dê ew jî sax bûna. Ez dibêjim ên di bin kavilan de ji serma mirine. Ji lew re gava me yek derxist, rojekê bi şûn de jiyana xwe ji dest da."    KES NEÇÛYE MEZRIKÊ   Ataş anî ziman ku piştî erdhej çêbûye kes nehatiye mezrikê û got: "Ne ji AFAD ne jî ji cihekî din alîkarî nehat. Ji ber ku zinar herikîn, rêyê ber bi gund hat girtin. Lê rêya din vekirî bû. Ên bixwastan ji bo alîkariyê bihatana dikaribûn bi rihetî bên. 6 roj in em di vê berfê de di hundirê wesayîtê de ne. Piştî erdhejê bi sê rojan carekê tenê cendirme hatin. Şorbe dan me û çûn. Îro jî qeymeqam hat, wisa tûrekê geriya û çû."    PÊDIVÎ BI KONAN HEYE   Ji mexdûrên erdhejê Suleyman Atal jî diyar kir ku ji dewletê tu sazî serdana wan nekirine û got: "Nîviyê heywanên me mirin. Ên mayî jî hindik mane ji serma bimirin. Cihekî ku em heywanên xwe têxinê tune ye. Em nikarin ji vir biçin. Cihekî me yê ku em pê de biçin tune ye. Lewma demildest pêdiviya me bi alîkariyê heye."    Mûstafa Ataş jî anî ziman ku AFAD duh hatiye û tenê 4 kon dane wan û got ku ev kon têra wan nakin.    MA / Omer Akin