Tîmên dilxwaz piştî 132 saetan jineke ciwan rizgarkirin 2023-02-11 21:15:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elbistanê tîmên taybet piştî xebateke du rojan, jineneke ciwan bi saxî jib in kavilan derxistin.    Li navçeya Elbistanê ya Mereşê ku bandor ji erdhejê girt, komeke dilxwaz a ji Amed û Êlihê ji bin kavilên Apartmana Zumrutê deng bihîstin. Piştî vê koma dilxwaz tevî tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê di 9'ê Sibatê de dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.    PIŞTÎ 132 SAETAN HAT RIZGARKIRIN   Dilxwazên ji Amed û Êlihê hatin Elbistanê tevî tîma Enqereyê, di roja 6'an a erdhejê de jina ciwan bi saxî ji bin kavilan derxistin. Jina ku tenduristiya wê baş, piştî mudaxileya ewil sewqî nexweşxaneyê hat kirin.    Wekî gelek xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, gava ev jina ciwan jî hat rizgarkirin tîmên AFAD'ê ketin dewrê. Gava AFAD'ê xwest tîmên Enqere û dilxwazan ji herêmê bi dûr bixin, gelê li wir bertek nîşan da. DI vê navberê de qenalên televîzyonê hatin cihê bûyerê û tîma Enqereyê tiştên hatien serê wan ji rojnamevanan re gotin.    Piştî ku nîqaşa di navbera tîmên AFAD'ê û tîma Enqereyê de mezin bûn, polîs mudaxileyî bûyerê kirin. Di dema mudaxileyê de rojnamevan hatin astengkirin.    Hat diyarkirin ku hê jî ji bin kavilên Apartmana Zumrutê deng tên.