Li Nûrdaxiyê xebatên rakirina kavilan dest pê kir 2023-02-11 20:53:00   DÎLOK - Li Nûrdaxiyê dest bi xebatên rakirina kavilan hat kirin.    Li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê ku bandoreke mezin ji erdheên Mereş û Dîlokê girtin, çendî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin jî dest bi xebatên rakirina kavilan hat kirin. Îro li navçeyê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 6 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin.    Çendî 6 roj di ser erdhejê re derbas bûne, hê jî pirsgirêka betanî, kon û germkirinê nehatiye çareserkirin.    KAVIL TÊN RAKIRIN   Li Nûrdaxiyê ku piştî erdhejê hewl dide birînên xwe bicebirîne, dest bi rakirina kavilan hat kirin. Heya niha ji Otêla Nûrê ku tê texmînkirin 250 kes di bin kavilên wê de ne, 100 kes hatine derxistin. Tê gotin ku hê jî gelek kes di bin kavilên otêlê de ne. Li vir xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, lê dîsa jî bi makîneyên karî dest bi xebatên rakirina kavilan hatiye kirin.    Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhanê anî ziman ku li bajêr trajediyek rû daye û got: "Xesareke mezin heye. Hê jî hin avahî hene mudaxileyî wan nehatiye kirin. Li gorî tê ragihandin, di otoparka avahiyekê de, di hundurê wesayîtekê de 5 kes hene û tim peyaman dişînin. Ji ber ku avahî bi temamî hilneweşiyaye, xebat nayên kirin. Wekî cihên din li vir jî koordînasyon tune ye. Min ji polîsekî pirsî, got 'hê jî di bin kavilan de gelek mirovên sax hene, lê xebat kêm in û koordînasyon tune ye. Kemçeyên hatine vir têr nakin.'"    MA / Berîvan Kûtlû