Ji ber avahiyên hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê 2023-02-11 20:42:06   EDENE - Li Edeneyê têkildarî avahiyên di erdhejê de hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî avahiyên di erdhejê de hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê da.    MUTEAHÎD HAT BINÇAVKIRIN   Muteahîdê Apartmana Hasan Alpargun ya li navçeya Çûkûrovayê ku di erdhejê de hilweşiya û tê de 70 kes mirin, li bajarê Lefkoşayê yê Qibrisê hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Alpargun tevî 990 hezar dolar, 890 hezar euoru, 500 hezar TL transfer kiriye û li herêma Demîrhanê ya LEfkoşayê daîreyek stendiye.    Muteahîdê Apartmana Baharê ya li Dîlokê di erdehjê de hilweşiya Mûstafa Ûncûoglû jî li Stenbolê hat binçavkirin.