Muteahîdê Rezîdansa Ronesansê ya di erdhejê de hilweşiya hat girtin 2023-02-11 19:53:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Muteahîdê Rezîdansa Ronesansê ya 250 daîre tê de hebûn û di erdhejê de hilweşiya, hat girtin.    Di erdhejên Mereşê de, li Hatayê Rezîdansa Ronesansê ya 250 daîre tê de hebûn bi temamî hilweşiya. Muteahîdê rezîdansê Mehmet Yaşar Coşkûn ku duh gava hewl dbaû bireve derveyî welêt hatibû binçavkirin, îro hat girtin.    Îxbar hatibû kirin ku Coşkûn tevî pereyan bireve derveyî welêt. Piştî îxbarê Coşkûn li Balafirgeha Stenbolê hatibû binçavkirin.