Li Amedê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane şîn hat danîn 2023-02-11 19:12:23   AMED - Li Amedê li kompleksa Hêwanên Dawetê ya Kaplan City'ê ji bo kesên 281 kesên ku di 7 avahiyên li bajêr de jiyana xwe ji dest dan şîn hat danîn.    Li Amedê ji ber erdhejên li Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an 7 avahî hilweşiyabûn. Di bin kavilên van avahiyan de 281 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li kompleksa Hêwanên Dawetê ya Kaplan Cit'yê ya li semta Gazîler a Peyasaê şîn hat danîn.    Şêniyên bajêr serdana şînê dikin û ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya Erdehjê ya HDP'ê lazmatiyên şînê peyda dike.   Li Amedê heya niha ji bin kavilên 7 avahiyên hilweşiyane 281 mirî û 802 birîndar hatine derxistin.