Li Colemêrgê seferberiya erdhejê didome 2023-02-11 18:33:53   COLEMÊRG - Li Colemêrgê û navçeyên wê, di çarçoveya kampanyayê de ku bi pêşengiya HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl tê kirin, alîkarî ji bo herêma erdhejê tê şandin.   Li Colemêrgê TIR'a 20'an a alîkariyê ya ji aliyê HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl ve tê berhevkirin, ber bi Hatayê ve bi rê ket. TIR, ji aliyê gel bi çep û tilîliyan hat birêkirin. Ji xeynî pêdiviyên bingehîn kefen jî li TIR'ê hatin barkirin.    Heya niha ji bajêr 20 TIR, 5 wesayîtên veguhastinê û 2 qamyon pêdiviyên bingehîn hatine şandin. Li seranserê bajêr jî heya niha ev wesayît ber bi herêma erdhejê ve hatine şandin: "Ji navenda Colemêrgê 6 TIR û 3 wesayîtên veguhastinê, ji Geverê 13 TIR, ji Şemzînanê TIR'ek û 2 wesyaîtên veguhastinê û ji Çelê jî 2 qamyon."