Konteynerên karsazan ên ji bo Elbîstanê hatibûn stendin hatin desteserkirin 2023-02-11 18:25:41   MEREŞ- 30 konteynerên ku karsazên elbîstanê ji bo mexdûrên erdhejê stendin û ew şandin Elbîstanê, ji aliyê eskeran ve hatin desteserkirin. Konteynerên ku bi hinceta Rewşa Awarte hatin desteserkirin, li TIR'ên Wezareta Tenduristiyê hatin barkirin.    Welatiyên li Ewroyê ji bo mexdûrên erdhejê 30 konteyner stendin û ber bi Elbîstanê ve şandin. Konteyner li Erziromê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û nehat hiştin ku li TIR'an bên barkirin.    Leşkeran Rewşa Awarte (OHAL) kirin hincet û dest danîn ser TIR'an. Leşkeran konteynerên desteserkirî li TIR'ên Wezareta Tenduristiyê bar kirin û gotin dê ji Semsûrê an jî Mereşê re bişînin.    Karsazên ku bi rêya telefonê me xwe gihand wî got: "Ev mînaka herî bebriçav a pergala dewletê ya li hemberî me kurd û elewiyan e. Em vî tiştî qebûl nakin. Mirov li vir ji serma diqerisin û astengiyeke wiha nayê qebûlkirin. Em karsaz, me ev yek organîze kir û me 30 konteyner kirîn. Lê konteynerên me desteserkirin. Niha hevdîtinên me yên bi rayedarên wezaretê re didomin. Em nizanin dê dawî çi be. Lê divê demek berî demekê ev mesele bê çareserkirin."