Şaredara AKP'î dîmenên kesê ku dewletê dipesinîne û erdhejê wekî 'çarenûsê' pênase dike belav kir 2023-02-11 18:17:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredara AKP'î Fatma Şahînê dîmenên kesekî ku pesnê dewletê dide û erdhejê wekî çarenûsê pênase dike belav kir û got: "Di her şerî de xêrek heye."    Şaredara AKP'î Fatma Şahînê dîmenên kesekî ku pesnê dewletê dide û erdhejê wekî çarenûsê pênase dike, li ser medyaya sanal belav kir.    Di dîmen de kesek ji Fatma Şahînê re dibêje: "Ev qas tişt hebûn, bi ser de jî ev hat. Xwedê mihafize bike. Tirkiyeya me tam hatibû asta coşbûnê, di her şerî de xêrek heye."    Şahînê jî wiha bersiva vî kesî dide: "Di her şerî de xêrek heye. Rebê min bêje çi, ew e."