Tê gotin ku alîkariyên radestî AFAD'ê tên kirin tên firotin 2023-02-11 17:39:04 AMED - Dilxwazan diyar kir ku malzemeyên alîkariyê yên li Sumerparkê tên komkirin, piştî wextekê ji mexazeyekê kirîne û gotin ku ji ber ku îtiraz kirine bi darê zorê ji qada konan hatine bidûrxistin.  Dilxwazên bi navê Ozan Serhat û Merve Nazlican ku li Amedê li konên li Sumerparkê bi dilxwazî xebitîne, gotin ku alîakriyên bingehîn ên ji bo mexdûrên erdhejê hatine berhevkirin û radestî AFAD'ê hatine kirin, hatine firotin.    EŞYAYAÊN ALÎKARIYÊ TÊN FIROTIN   Ji dilxwazan Ozan Serhat anî ziman ku eşyayên ku ji bo alîkariyê radestî AFAD û şaredariyê hatine kirin, li dikanekê hatine firotin û got ku nivîn û betanî jî di nav de 2 qamyon eşya li vir hatine danîn.    Serhat bilêv kir ku piştî wextekê ferq kiriye ku eşyayên hatine vir nehatine belavkirin û ev yek ji peywirdarên AFAD'ê û tîmên şaredariyê yên li wir pirsî ne û got ku wan jî jê re gotiye "eşya hatine belavkirin." Serhat ragihand ku piştî vê li hemû konan geriyane û dîtine ku hemû kon bê betanî û nivîn in û got: "Piştî vê me ji peywirdaran re got, 'hemû kon çima bê nivîn û betanî ne.P' Bersiv nedan. Paşê gotin eşya di depoyê de ne. Ji bo em li depoyê mêze bikin, me mifte ji wan xwest, lê nedan."    Serhat diyar kir ku gelek amûrên ku ji mexazeyan hatine stendin û di hundirê pakêtan de bûne, hin kesên li vir ew firotine dikanekê û got: "Em çûn me ji xwediyê mexazeyê pirsî. Xwediyê mexazeyê got, 'Mala AFAD'ê ava be. Piştgiriyê dike. Ji me re tîne, em jî bi erzanî difiroşin. AFAD û AKP li her kesî belav dike, lê em dikandar bêyî ku qezenca xwe li ser bikin wan bi erzanî difiroşin.'  Betaniya ku me ew bi 250-300 lîreyî stendiyeî bi 400-500 lîreyî cardin tê firotin."    Serhat ku got "zexîreyê ku em tînin diçin ku em nizanin", destnîşan kir ku AFAD û rayedarên şaredariyê li cihê ku çapemenî lê heye wekî ku xizmet tê kirin hereket dikin, lê bi tu awayî alîkariya gel nakin.    Merve Nazlicanê jî da zanîn ku Parlementera AKP'ê Pakîze Mûtlû Aydemîz û Midûrê Zabiteyan ê Şaredariya Yenîşehîrê Engîn Bûdak jî di nav de şandeyek serdana wan kiriye. Nazlicanê anî ziman ku parlementer Pakîze Mûtlû Aydemîrê ji wan prisiye ku "kî van alîkariyan tîne?", wan jî gotiye "HDP'ê TIR'ek û TÎP'ê jî 2 TIR anîne." Nazlicanê got ku gava wisa kiriye Midûrê Zabiteyan Bûdak heqaret li wan kiriye û ji wan re gotiye, "Ma rastî bi serê te ketine?" û xeber ji wan re gotine.    Merve Nazlicanê jî bilêv kir ku alîkariyên ku gel dikin nayên tomarkirin û got: "Min TIR'ên ku TÎp û HDP'ê ew şandin vala kirin, lê nehatin tomarkirin."   Serhat û Nazlican ku ji ber îtiraz kirine heqaret li wna hatiye kirin, polîsan ew bi darê zorê ji qada konan derxistine. Serhat û Nazlican jî çûne Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê û giliyê Midûrê Zabiteyan Engîn Bûdak kirine.    Têkildarî îdiayan me xwe gihand Bûdak. Bûdak nîqaşa ku duh êvarî çêbûye piştrast kir û got ku li qereqlê îfade daye, lê hemû îdia red kirin.