Du girtî piştî 30 salan hatin berdan 2023-02-11 17:11:33   ÎZMÎR - Nûrettîn Ari û Abdullah Oflar ên di Girtîgeha Şakranê de, piştî 30 salan hatin berdan.    Girtî Nûrettîn Ari (50) û Abdullah Oflar (70) ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de bûn, piştî 30 salan hatin berdan.    Orflar û Ari, di sala 1993'yan de li gundê Dîreklî yê navçeya Hezê ya Şirnexê hatine binçavkirin. Dadgeha Ewlehiyê ay Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê li her duyan biriye. Xizmên her du girtiyan û rêveberên EGE-TÛHAYDER'ê her du girtiyan li ber girtîgehê pêşwazî kirin.    Oflar û Ari dê biçin Şirnexê, cem malbatên xwe.