Şandeya HDP’ê li Islehiyê ye: Her ku derengmayînek rê li ber windahiyên nû vedike 2023-02-11 16:44:22 DÎLOK - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç çû navçeya Islehiyeyê û got ku her derengmayîneke di erdhejê de rê li ber windahiyên nû vedike.    Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, parlamenter Ayşe Acar Başaran, Nûran Îmîr, Fîlîz Kerestecîoglû, Muazzez Orhan û Mahmût Togrûl li navçeya Islehiye ya Dîlokê çûn serdana mexdûrên erdhejê.    Bi hezaran welatî di bin konan de, bi hezaran jî li kolanên navçeyê dimînin. Mexdûrên erdhejê pirsgirêkên xwe bo şandeya HDP’ê vegotin. Di dema serdanê de welatiyekî bi van gotinan hêrsa xwe nîşan da: “Şandeya AKP’ê nikare bikeve vê derê.” Her wiha welatiyekî din jî got; “Devlet li vê derê tune ye” û berteka xwe nîşanî îktîdarê da.    Gazinên welatiyan herî zêde ji bo nebûna konan û hewayê sar hebûn. Welatiyan daxwaza kon û sobeyan kirin. Şandeya HDP’ê jî li welatiyan guhdar kir û bal kişandin ser piştevaniya li hemberî pirsgirêkan.    ‘NE DEWLET LÊ GEL RIZGAR DIKE’   Hevserokê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç axivî û wiha got: “Dewlet li jîngehên biçûk alîkariyê belav nake. Konên AFAD’ê tenê li navendan hene û nadin deverên biçûk. Gel dibêje; ‘ne dewlet lê gel me rizgar dike.’ Tiştên ji destê me tên jî bisînor in. Lê bi saya piştevaniyê em dikarin tiştên girîng bikin. Pêdiviya gel bi alîkariyê heye. Pêdiviya wan heye ku jiyana xwe jinûve ava bikin. Piştevaniya gel, barê mexdûrên erdhejê hinek jî be sivik kiriye. Îktîdar û AFAD’ê pir dereng mudaxeleyî herêmên erdhejê kirin. Heke zû tevbigeriyan dê gelek kes ji bin kavilan bi saxî bihatina derxistin. Her derengmayînek rê li ber windahiyên nû vedike. Îro roja 6’an e lê hêj jî mirov bi saxî tên derxistin. Em li vir îktîdarê careke din hişyar dikin; ne wezîr, ne nûnerên rêvebirinê û Tayyîp Erdogan newe be gefan li gel bixwin û tiliya xwe lê hejînin. Hûn dê nekarin bi ser rastiyê bigirin. Ji ber derengmayîna wan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Lewma divê hûn lêborîna xwe ji gel bixwazin.”   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’    Olûç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku mirov bikarin di van şertên giran de jiyana xwe bidomînin, hewcehî bi piştevaniyê heye. Heke her kes hinek hewl bide, mimkin e ku şertên wan bên başkirin.”